PeyamaKurd- Medya Amerîkayê ragihandiye ku Pentagonê ferman da keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln û koma wê ya êrîşê, ji Deryaya Çînê ya Başûr ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê bikeve.
Piştî xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûnê ve li Îranê berdewam dikin, zexta Amerîkayê ya li ser rêveberiya Tehranê zêde bû. Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê destwerdana leşkerî de, rêveberiya Washingtonê biryar da ku hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurt bike.
Rojnameya Amerîkî The Wall Street Journal diyar kir ku biryara Trump a şandina koma keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford ji Deryaya Spî ber bi Karayîbê ve di meha Cotmehê de, tê wê wateyê ku niha tu komên keştiyên balafiran tune ne ku di êrîşeke muhtemel a li ser Îranê de rol bigirin û ev rewş li gorî alozîyên berê yên bi Tehranê re cudatîyekê nîşan dide.

Rojnameyê li ser zarê berpirsekî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand ku niha li Karayîbê 12 keştiyên şer û li Rojhilata Navîn jî 6 keştiyên şer ên Amerîkayê hene. "Qada berpirsiyariyê" ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) zêdetirî 4 mîlyon mîl çargoşe rûber digire û 21 welatên wekî Misir, Iraq, Afganistan, Îran û Pakistanê yên li Bakurê Rojhilatê Afrîka, Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Asyaya Başûr lixwe digire.