PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji pêşhilbijartinên parêzgeha Illinoisê ku wê namzedên komarparêz têbikoşin hate derxistin.
Dadwerê Herêmî yê Cook County yê Parêzgeha Illinoisê Tracie Porter biryar da ku ji ber rola wî ya neyînî ya serdegirtina Kongreyê ya 6ê Çileyaa 2021an, Donald Trump ji lîsta pêşhilbijartinên 19ê Adarê ya ku wê tê de berendamên Komarparêz têbikoşin bê derxistin. Tracie Porter, ji ber egera ku Trump ji biryarê re îtiraz bike, meriyeta biryarê ji bo sibê taloq kir.
Trump beriya niha li parêzgehên Colorado û Maineê ji bi heman sedeman hatibû dûrxistin. Trump ji bo Colorado û Maineê îtiraz kiribû lê belê heta niha pêvajoya serlêdanên wî bi dawî nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin