PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser êrîşa ser kargên petrolê yên Erebistana Siûdî ragihand ku ew berpirsên êrîşê dizane û got, “Me hedef daye ber xwe û çekên me tije ne.”
Trump li ser hesabê Twitterê bêyî ku navê berpiriyarên êrîşa kargehên petrolê bide Îran wekî hedef nîşan da û got, "Qada petrolê ya Erebistana Siûdî rastî êrîşê hat. Ji bo baweriyê pê bînin ku em êrîşkaran dizanin, me li gorî piştrastkirinê berê xwe daye hedefê û çekên me tije ne. Lê belê em li bendê ne ji Qralîyeta Siûdî berpirsên êrîşê bibihîzin.”
Trump da xuyakirin ku li gorî bersiva ji Riyadê were, ewê jî helwesta xwe diyar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin