PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke pir tund belav kir û ragihand ku wî fermana fermî daye Hêzên Deryayî yên Amerîkayê daku her cure keştî an belemên ku li Tengava Hurmizê mayînan diçînin, bêyî dudilî bikin armanc û jinav bibin.
Trump destnîşan kir ku mezinahiya belemên Îranî ne girîng e û got: "Min ferman da ku her cure belem yan keştiya ku mayînan datîne, çiqas biçûk bin jî werin lêdan û îmhakirin."
Trump herwiha îdîa kir ku heta niha 159 keştiyên deryayî yên dijmin hatine noqkirin û di binê deryayê de ne, ku ev yek nîşaneya tundbûna pevçûnên li herêmê ye.
Trump ferman da ku xebatên paqijkirina mayînan ên li Tengava Hurmizê sê qat werin zêdekirin û tekez kir, keştiyên wan ên çandina mayînan niha bi awayekî çalak di nav avên herêmê de ne daku rêyên bazirganiyê ewle bikin û got, pêdivî bi lezeke hîn zêdetir heye.