PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di civîna çapemeniyê ya li Koşka Sipî de tîşkê xist ser gelek mijaran û gelek zêde şiroveyan kir.
Trump got ku di wexta serokatiya Obama de bi Îranê re peymanekî xerab îmza kirine û eger DYA mudaxeleyê Îranê nekira, wê Îran bibûya xwediyê çekên atomî.
Trump, her weha behsa şandina 10 keştiyên tankêrî yên petrola xam kir ku 2 roj berê ji bo Amerîkayê ji bo niyeta xwe ya ku dixwazin peymanê girêdin, Îran di bin ala Pakistanê de şandiye.
Di mijara NATO de Trump ragihand ku mirov ji serî de dikeve nava hevkariyê û şer an jî nakeve. Paşî soz dane ku keştiyan bişînin Hurmizê yanî çi? Eger mirov hevaltî bike, ji serî de dike û dilmayîna xwe bo NATOyê ragihand.
Di mijara welatên Kendavê de Trump got ku Îran dixwest temamê wan weletan heya Lubnanê bixe bin destê xwe û paşî heya Amerîkayê bandorê bike.
Trump got ku niha di destê Îranê de derfeta çêkirina peymanê heye lê eger neke, wê bibin kabûsê Îranê. Trump got ku eger bi Îranê re muzakereyan bike, dê Buhira Hurmizê vebe û Îran li ser masê gelek serkeftî û zekî ne.
Di axaftina xwe de Trump got ku temamê şiyanên leşkerî yên Îranê şikandine, Îran nema dikare êrîşan bike, artêşa herî xwurt ya DYAyê ye, sîstema hewayî ya bergiriya Îranê ji ortê rakirine, fuzeyan ji ortê rakirine.
Dronên yekalî yên Îranê hêjî hene û kamîkazine lê tesîsên hilberîna wan ji ortê rakirine.
Bi mijara Venezuela û girtina Hurmizê re %98 maddeyên hişbir êdî naçe Amerîkayê û xelk bi wê jehrê nakeve.
Li ser medyayê, di rojnameyên weka Wall Street Journal de xeberên derew çêdikin û Trump êrîşê medyayê ya ku li gor wî xeberên derewîn belav dikin, kir.
Trump ragihand ku Îran qebûl dike ku têk çûye û mecbûre peymanê girêde. Trump got ku Îran di serî de fuze avêtin welatên wekî Qatar, Bahreyn, Îmaratan û Ummanê. Êrîşê herkesî kirin ji ber Îranî nexweş in.
Trump, li ser petrola di Hurmizê de derbas bibe got ku pêdiviya Amerîkayê bi wê petrolê nîne lê pêdiviya welatên weka Çînê, Japonya û welatên Ewrûpayê bi wê heye. Trump li ser petrola Hurmizê weha got:
“Pêdiviya me nîne, Wisa petrola me zêdeye heya bixwazî. Bandorê li welatê me nake. Ji petrola Erebistanê û Rûsyayê zêdetir petrola me heye û wê di nêz de, petrola me derê 3 qatî. Kî ji girtina Hurmizê bandorê digre, divê ew welat gav bavêjin.”
Trump negot bê wê di bejayiyê de mudaxeleyê Îranê bikin ser Îranê an nekin.
Li ser mijara ku dê bihayê petrolê di bazara dinyayê de bilind bibe an nebe de, Trump got ku ew texmîn nake ku zêde bibe.
Wezîrê şer yê DYAyê Hegseth jî ragihand ku fermandarê giştî yê hêzên deryayê Ali Reza Tangsiri do di operasyonekî de kuştine lê behsa detaya rûdanê nekir..