PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump berê ragihandibû ku di nav rêvebiriya Îranê de bi kesekî re axifîne da ew bînin ser desthilatê û navê wî aşkera kir.
Trump got ku bi serokê meclisa Îranê bi Muhammed Galibaf re axifîne û got:
“Gelo dê Galibaf bi me re bixebite an nexebite, em ê heya hefteyekî fêm bikin. Yên ketine şûna rayederan mirî, bêhtir maqûl tevdigerin. Em ê heya hefteyekî hîn bibin bê Îran bi me re bixebite an nexebite.”
Trump ragihandina xwe di hevpeyvîna taybet ya ji bo rojnama New York Postê kir. Trump got ji ber rayedarên berê di êrîşan de hatine kuştin, di rejîmê de guherîn bûye û niha bi rayedarên nûh re rû bi rû ne.
Li ser jiyana serokê dînî yê Îranê Mucteba Hamanye jî Trump got:
“Kes agahiyê jê nastîne. Gelek dijwar birîndar e. Bi îhtîmaleka mezin dijî lê em difkirin ku rewşa wî xerab e.”
Li ser mijara Galibaf ku DYA pê re axifiye, Galibaf di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Dijmin li aliyekî tehfdîda netewa me dike û li aliyê dinê daxwazên xwe weka xeber belav dikin. Xetayekî mezine. Eger li yekî bixin jî wê çend kesên din li hemberê xwe bibînin.
Bi îzna Xwedê, wê milletê Îranê bi serpereştiya mezinê xwe, wê bike ku dijmin poşman bibe û mafên xwe paş de bistîne.”
Di nav lîsta berê de ku rayederên Îranê tê de bûn û ji wan Hamaney û Larîcanî hatin kuştin, navê serokê meclisa Îranê Muhammed Galibaf û wezîrê karên derve yê Abbas Arakçi ji nav lîstê derxistibûn.