PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pîlotê duyem ê balafira şer a F-15E ya ku li Îranê hatibû xistin, hatiye rizgarkirin.
Trump ev operasyon wekî "yek ji erkên herî wêrek ên lêgerîn û rizgarkirinê" pênase kir û got, her du pîlot ji hev cuda hatine rizgarkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir, pîlotê duyem ê balafira F-15E ya roja înê li Îranê hatibû xistin, hatiye rizgarkirin û destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê "yek ji operasyonên herî wêrek ên lêgerîn û rizgarkirinê di dîroka welêt de" pêk aniye.
Trump got: "Me ew wergirt. Tişta ku ez bi kêfxweşî ji we re radigihînim ev e ku ew êdî di ewlehiyê de ye û silamet e."
‘Di nav çiyayên xeter ên Îranê de bû’
Trump pîlotê navborî wekî "şervanekî wêrek" bi nav kir û wiha berdewam kir: "Ev leşker li pişt xetên dijmin, di nav çiyayên xeter ên Îranê de bû. Her ku saet derbas dibûn, dijminên me lê nêzîktir dibûn û li pey wî bûn, lê bi rastî ew qet ne bitenê bû."
Trump diyar kir ku ev operasyona "mûcîzewî" bi baldarî hatiye plankirin û leşker 24 saetan hatiye şopandin. Her wiha destnîşan kir ku bi fermana wî, artêşa DYAyê ji bo operasyonê "bi dehan balafirên ku bi çekên herî kujer ên cîhanê hatine tijekirin" şandine.
Trump herwiha diyar kir ku pîlotê hatiye rizgarkirin birîndar e lê rewşa wî wê baş bibe û got: "Ev operasyon, li ser rizgarkirina serkeftî ya pîlotekî din ê wêrek ê duh hat zêdekirin. Lê belê, ji bo ku em operasyona xwe ya duyem nexin xeteriyê, me duh ew pişrast nekiribû."
Trump gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ev di bîra leşkerî de cara yekem e ku du pîlotên Amerîkî li kûrahiya axa dijmin bi awayekî cuda têne rizgarkirin. Em ê tu carî şervanekî Amerîkî li pey xwe nehelêlin. Lidarxistina van her du operasyonan bêyî ku Amerîkiyek bimire an birîndar bibe, careke din îspat dike ku me li ser asmanê Îranê serwerî û serdestiyeke hewayî ya teqez bi dest xistiye."