Trump Putin dawet kir Qesra Sipî

Trump Putin dawet kir Qesra Sipî

PeyamaKurd- Di navbera Rûsya û Amerîka de pêşedeçûneka nû heye. Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku serokê Amerîkayê Donald Trump, serokê Rûsyayê Vladimir Putin dawetî Washingtonê kiriye.

Li gor ragihandina Lavrov her dû serok bi telefonê bi hevre axifîne û Trump ji Putin re gotiye ku dixwaze bi dilxweşî wî li Qesra Sipî bike mêvan. Lavrov got ku berya Amerîka û hevkarên xwe fuzeyan li Sûriyê bixin, Rûsya xetên xwe yên sor ji Amerîka re gotiye û di êrîşan de Amerîka ji xetên sor derbas nebûye.

Amerîka, Fransa û Brîtanya êrîş biribûn ser 3 kargehên ku di wan de çekên kîmyewî tên çêkirin û Rûsya bertek nedabû fuzeyên her sê dewletan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin