Trump sinyala operasyona leşkerî li dijî Îranê da

Trump sinyala operasyona leşkerî li dijî Îranê da

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê êrîşên li ser Îranê yên bi îdiaya binpêkirina agirbestê de got, "Dibe ku xalek were ku em êdî nikaribin maqûl bin û dibe ku em neçar bimînin ku karê ku me bi serkeftî dest pê kiriye bi leşkerî biqedînin. Ger ev bibe, Îran wê nemîne."

Trump piştî êrîşên Amerîkayê li Tengava Hurmuzê ev daxuyanî li ser medyaya civakî da û êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî wekî hincet nîşan da.

Trump diyar kir ku balafirên Amerîkayê ji ber "binpêkirinên agirbestê yên dubare" li tesîsên depoyên moşek û dronan û sazgehên radarên peravê yên Îranê xistin û bi îdiaya ku Îran wê "dersa xwe fêr nebe" lê zêde kir.

Trump zêde kir, "Dibe ku xalek were ku em êdî nikaribin maqûl bin û dibe ku em neçar bimînin ku karê ku me bi serkeftî dest pê kiriye bi leşkerî biqedînin. Ger ev bibe, Îran wê nemîne."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku wan li ser hin hedefên li Îranê êrîş pêk anîne û "êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî" li Tengava Hurmuzê wekî hincet nîşan da.