Trump tîma ewlehiya neteweyî ji bo gotûbêjkirina li ser Îranê dicivîne

Trump tîma ewlehiya neteweyî ji bo gotûbêjkirina li ser Îranê dicivîne

PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku Serok Donald Trump îro tîma xwe ya ewlehiya neteweyî ji bo nîqaşkirina mijara Îranê civandiye.

Berdevka Amerîkî di civîneke çapemeniyê de li Qesra Spî rewşa dawî ya di derbarê aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de nirxand.

Leavit diyar kir ku Trump îro tîma xwe ya ewlehiya neteweyî ji bo nîqaşkirina rewşa heyî ya di derbarê Îranê de civandiye, lê ew ê berî Trump bi xwe tu daxuyanî li ser tiştên ku hatine nîqaşkirin an encamên muhtemel ên civînê nede.

Berdevka Qesra Spî derbarê raporên ku Îranê ji Amerîka re pêşniyar kiriye, "Werin em pêşî pirsgirêka Tengava Hormuzê çareser bikin, û danûstandinên nukleerî ji bo paşê bihêlin," got, "Xala ku ez dixwazim tekez bikim ev e ku Serok xetên xwe yên sor ên di derbarê Îranê de bi zelalî ji her kesî re, ne tenê ji gelê Amerîkî re, diyar kiriye. Ez nikarim bêjim ku wan li ser vê mijarê nîqaş kirine. Ez tenê dixwazim bibêjim ku îro sibehê civînek pêk hat."

Leavitt diyar kir ku xetên sor ên Amerîkayê di derbarê Îranê de pir zelal in û Tehran nikare xwediyê çekên nukleerî be û got ku Trump bi xwe dikare daxuyaniya dawî li ser vê mijarê bide.