PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber taloqkirina pevguhertina girtiyan a li Xezzeyê daxuyaniyên tund da.
Trump ji bo serbestberdana rehîneyan 15ê Sibatê saet 12.00ê roja Şemiyê muhlet da Hamasê û got ku heke ev şert pêk neyê ew ê agirbestê betal bikin. Trump got, "Wê demê bila qiyamet rabe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasima îmzeyê ya li Qesra Spî da derbarê taloqkirina pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê da daxuyanî da. Trump biryara Hamasê ya ji bo taloqkirina danûstandinan heta daxuyaniyeke din wekî ku nayê qebûlkirin binav kir.
Trump diyar kir ku ger girtî heta danê nîvro neyên berdan wê agirbest betal bibe û got, “Eger girtiyên li Xezzeyê neyên berdan, ez ê agirbestê betal bikim. Wê demê bila qiyamet rabe.” û bal kişand ser giraniya pêvajoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin