Trump: “YE, Çîn û Rûsya dijminên me ne!”

Trump: “YE, Çîn û Rûsya dijminên me ne!”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo hevdîtina Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin ya li paytextê Fînlandiyayê Helsînkiyê; ji televîzyona CBSê re axivî û wiha got: “Gelek dijminên me hene. Ji ber tevgerên wan yên ticarî, ez dibêjim Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dijminê me ye. Belê belkî mirov ji wan vê hêviyê nake, lê belê dijmin in.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Çîn û Rûsyayê jî heman îfade bi kar anîn. Trump got ku Çîn û Rûsya jî ji aliyê aboriyê ve dijmin in. Lê ev nayê wê me’nê ku ew neqenc in. Ew ji reqabetê hez dikin.

Trump got ku min Ewrûpa jî bi wan ê dî re zikir kir, lewra ew jî feydê ji Amerîkayê digirin; lê belê di çavçoveya NATOyê de ehdên xwe naînine cih.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin