PeyamaKurd – Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) ragihand ku 11 bijîşk ji ber daxuyaniyên wan ên li dijî şerê Efrînê hatine sizadan.
TTBê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku ji ber daxuyaniyên wan, bo 10 bijîşkên nêzî 2 salan û ji bo bijîşkekî jİ 3 sal û 3 meh sizayê zîndanê li wan hatiye birîn.
'JI BER EFRÎNÊ Û ROJA AŞTIYA CÎHANÊ BIJÎİK HATIN SIZADAN'
Ev 11 Endamên TTBê, ji ber 2 dozan, ku 2018an dijderketina dagirkrina Efrinê û ya din jî, ji ber daxûyaniya 1ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê, hatin dadgeh kirin.
Bijîşk bi hinceta ku ‘di navbera civakê de cudakarî û dujminahî kirin e’ têne tohmetbarkirin.
'ŞER PIRSGIRÊKEKE TENDURISTI YA CIVAKÊ YE'
Endamên Yekitiya Bijişkên Tirkiyê, di roja 24ê Çile ya 2018an a dagirkirina Efrinê de gotibûn "Şer pirsgerekek tenduristÎ ya civakê ye" û "Li Tirkiyê derfet hene, ku civakên me pêkve, di nava aştiyê de bijîn."
Bilimsel bir gerçeği “Savaş bir halk sağlığı sorunudur” gerçekliğini ifade eden ve bu nedenle cezalandırılan #TTBOnurumuzdur pic.twitter.com/3dDWhlOQYb
— TürkTabipleriBirliği (@ttborgtr) 3 Mayıs 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin