PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi hatina Roja Cîhanî ya Jinan 8ê Adarê peyamek belav kir û got, “Ez bi germî pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Adarê bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir.
بەبۆنەی هەشتی مارس ڕۆژی جیهانیی ئافرەتان، پیرۆزبایی لە ئافرەتانی کوردستان و عێراق و جیهان دەکەم.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 8, 2026
پێزانینم بۆ ڕۆڵ و قوربانیدانی ئافرەتانی کوردستان هەیە کە هەمیشە بەشێکی سەرەکیی لە خەبات و کۆڵنەدانی گەلەکەمان بوونە و قورسایی شۆڕش و قوربانیدان لەسەر شانی ئەوان بووە. لەم بۆنەیەدا…
Serok Barzanî got, “Bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye ku her tim pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me bûne û giraniya şoreşê û qurbanîdanê li ser milên wan bûye. Di vê helekftê de, ez daxwaza bextewerî, serfirazî û serkeftinê ji bo hemî jinên Kurdistanê dikim.”