PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Minbic ê di bin kontrola HSDê de, di encama teqînekê de, yek ji wan zarok 4 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, otombîleke bombekirî li nava bajarê Minbic teqiya. Di encama teqînê de, 4 kes hatin kuştin.
SOHRê diyar kir, di teqînê de 5 kes birîndar bûn di nav wan de 3 endamên asayîşa Minbicê hebûn. Li gorî zanyariyên xwecihî 3 kes birîndar bûne.
Ev teqîn di demekê de ye, berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî hişyarî li ser zêdebûna êrîşên DAIŞê li Sûriyê dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin