PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê Oleg Nikolenko, di derbarê daxwaza NATOyê ya ku di berdêla endamtiyê de beşek ji axa Ukraynayê ji bo Rusyayê bê dayîn, bertekeke tund nîşan da.
Gerînendehê Ofîsa Taybet a Sekreterê Giştî yê NATOyê Stian Jenssen, di rûniştina ku li Norwêcê hat lidarxistin de gotibû ku “Heger Ukrayna hinek axa xwe radestî Rusyayê bike, dibe ku bibe endamê NATOyê û şer bi dawî bibe.
Jenssen destnîşan kiribû ku ev biryar tenê ji aliyê Kievê ve dikare bê dayîn. Lê belê berteka Ukraynayê li hember van gotinan tund bû.
Oleg Nikolenko di derbarê van gotinan de got, "Em texmîn dikin ku NATO bazirganiya bejahiyê nake. Ev daxuyaniya NATOyê dê destê Kremlinê xurt bike.
Li şûna wê, di berjewendiya ewlekariya Ewropî-Atlantîk de ye ku li ser awayên bilezkirina serkeftina Ukraynayê û endamtiya wê ya tam a NATOyê gotûbêj bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin