Ukrayna: Me cara ewil êrîşî tankêreke fîloya sîberî ya Rûsî kir

Dîroka Weşanê :
Ukrayna: Me cara ewil êrîşî tankêreke fîloya sîberî ya Rûsî kir

PeyamaKurd- Berpirsekî Servîsa Ewlehiyê ya Ukraynayê (SBU) ragihand ku wan li Deryaya Spî cara yekem bi wesayîteke hewayî ya bêmirov êrîşî tankêreke fîloya sîberî ya Rûsyayê kiriye.

Di nûçeyên medyaya Ukraynayê de dispêrin berpirsekî nenas ê SBUyê, hate diyarkirin ku li Deryaya Spî cara ewil êrîşî tankêreke "fîloya sîberî" ya Rûsyayê ya ku ambargoyan binpê dike, hatiye kirin.

Berpirsê Ukraynî diyar kir ku balafirên bêmirov li avên bêalî yên ku zêdetirî 2 hezar kîlometre dûrî Ukraynayê ne, li keştiya bi navê "Qendil" xistine û di keştiyê de xisareke mezin çêbûye.

Heman berpirsî got: "Rûsyayê ev tankêr ji bo qevaztina ser mueyîdeyan û ji bo fînansekirina şerê li dijî Ukraynayê bikar dianî. Ji ber vê yekê, ji aliyê hiqûqa navneteweyî û hiqûqa şer ve, ev ji bo SBUyê hedefeke bi temamî rewa ye."