PeyamaKurd - Artêşa Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê bi dronan keştiyeke barhilgir a bi ekîba Tirkî hedef girtiye.
Li gorî Deutsche Welle, di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku keştiya bi ala Vanuatu dema ku ji herêma Odessa ber bi Tirkiyeyê ve diçû rastî êrîşê hatiye.
Artêşê diyar kir ku du endamên ekîbê birîndar bûne û ji aliyê hêzên deryayî yên Ukraynayê ve bo herêmeke ewle hatine veguhastin.
Tirkiyê hîn li ser vê mijarê daxuyaniyek nedaye.