Ûkraynayê leskerên Wagnerê ji Belarûsê xwest

Ûkraynayê leskerên Wagnerê ji Belarûsê xwest

PeyamaKurd- Çen roj berê bi sedema ku xwestine mudaxeleyê hilbijartina Belarûsê bikin, dewleta Belarûsê 28 leşkerên bi pere yên ku bi ser şîrketa Rûsyayê ya Wagnerê ve ne girtibû û ji Rûsyayê agahî xwestibû bê van leşkeran li Belarûsê çi dikin. Mijar di navbera Rûsya û Belarûsê de arîşe derxistibû û hêj dewam dike.

Li aliyê dinê serdozgeriya Ûkraynaye ji welatê Belarûsê xwest ku wan 28 leşkerên bi pere yên Wagnerê teslîmê wan bikin. Li gor ragihandina serdozgeriya Ûkraynayê ji wan 28 leşkeran 9 ji wan hemwelatiyên Ûkraynayê ne û her 28 kes bi sedema “endamê rêxistina terorê” ne, li wan digerin.

Di daxwaznameya serdozgeriyê de; tê gotin ku ew 28 leşker di dema şerên li deverên Luganskê û Donetskê li hemberê dewletê bi grûbên li dijî dewletê re, li hemberê Ûkraynayê şer kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin