PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya dewleta Belarûsê ragihand ku yekîneyên grûba Wagnerê derbasî axa Belarûsê bûne û dest bi perwerda leşkerên Belarûsê kirine. Wê xebatên leşkerên Wagnerê li Belarûsê dewam bike. Li gor çapemeniya wezaretê, yekîneyên Wagnerê ji payîtext Minskê 90 km dûr li navça Osipovichiyê kampekî danîne û dest bi perwerda leşkerên Belarûsê kirine. Wezaretê hem dîmenan belav kir û hem weha got:
“Yekîneyên Wagnerê ji bo leşkerên belarûsê, hereketa ji bo meydana şer, zêdekirina şiyanên taktîkê, perwerdên teknîk û tenduristiyê dan.”
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku serokê grûna Wagnerê yê bi peran Evgeny Prigojin di 29 ê Hezîranê de li Kremlînê bi serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re hevdîtin kiriye.
Berdevkê Pentagona Amerîkayê tûxgeneral Patrick Ryder jî ragihand ku hêzên Wagnerê şiyanên wan tine ku destekê bidin operasyonên li Ûkraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin