UNICEF: Li Gazzeyê av qediya!

UNICEF: Li Gazzeyê av qediya!

PeyamaKurd – UNICEFê diyar kir ku li Gazzeya ku di bin êrîşên dijwar ên Îsraîlê de ye av diqede û got, "zarok neçar in ava pîs a bîran bikar bînin."

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand, li Şerîda Gazzeyê av qediye ye û malbat û zarok neçar dimînin ku ava pîs a bîran bikar bînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê UNICEFê ve li ser platforma Xê hat dayîn de ev daxuyanî hatin parvekirin: "Ji bo ku alîkarî bê astengî bigihêjin malbat û zarokên li Gazzeyê pêwîstiya me bi agirbesteke însanî heye."

Ji aliyê din ve Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) di daxuyaniya xwe ya do de nûçeyên derbarê sotemeniya derbasî Gazzeyê bûne derewand. Rayedarekî din ê UNRWAyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ji 7ê Cotmehê û vir ve ne sotemenî, ne xwarin û ne jî av derbasî Gazzeyê nebûne û ne jî erzaq derbasî nava bajêr bûne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin