PeyamaKurd - Televziyona dewleta Îranê ragihand ku di merasîma îro ya rakirina cenazeyê Qasim Silêmanî de, îzdiham çêbûye û bi dehan kes mirine û birîndar bûne.
Li gorî ragihandina medya Îranê, herî kêm 35 kesan di îzdihamê de can daye û 48 kesên din ên beşdarên merasîmê jî birîndar bûne.
Termê Silêmanî îro li bajarê dayikbûyî Kirman a Îranê bo axê tê spartin ku bi deh hezaran kes beşdariyê dikin.
Di merasîmê de herwiha alên sor ên tolhildanê têne hildan û dijî Amerîkayê diruşm tên qêrîn.
Merasîma spartina axê ya termê Qasim Silêmanî piştî bûyerên mirina bi dehan kesan, bo demekê hat paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin