Li Kobanîyê şîn hat ragihandin: Merasîma cenazeyên 9 şehîdan diyar bû

Li Kobanîyê şîn hat ragihandin: Merasîma cenazeyên 9 şehîdan diyar bû

PeyamaKurd - Piştî bûyera şewatê li girtîgeha Kobaniyê ku 9 kesan can da û herî kêm 17 jî birîndar bûn, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê îro Yekşemê şîna giştî hate ragihandin.

Li bajêr îro ji danê sibehê ve dikan hatin daxistin û bazirganî hate rawestandin.

Li seranserî bajarê kobanê bi taybetî li sûka navendî dikan û cihên bazirganiyê wekî nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan hatin girtin.

Herwiha kar li tevahî bajêr hate sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.

Di heman demê de ku hatibû ragihandin îroj merasîma 9 şehîdan e, lê ji ber şînê hat taloqkirin û dê sibe di seet 17:00 piştî nîvrojê merasîm bê lidarxistin.