Bernameya şîn û merasîma xakspartina Ebdulwahîd Barzanî hat ragihandin

Bernameya şîn û merasîma xakspartina Ebdulwahîd Barzanî hat ragihandin

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê bernameya merasîma veşartin û sersaxiya Xwedêjêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, merasîma bixakspardinê û roja yekem a sersaxiyê sibe Yekşemê, 6ê Îlona 2026an li devera Barzanê tê kirin.

Her wiha hat ragihandin ku rojên duyem û sêyem ên sersaxiyê jî dê di rojên Duşemê û Sêşemê, 7-8ê Îlonê de li bajarokê Pîrmamê bidomin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kiribû ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî Şêx Ebdulsalam Barzanî bû û wekî kesayetiyekî olperwer, xêrxwaz û mezin ê malbatê dihate naskirin. Malbata Barzanî di vê koça dawî de pêşwaziya sersaxiya gelê Kurdistanê dike.