PeyamaKurd – Şîrketa dana peran ya Amerîkayê Visa ji bo têkoşîna sûcên sîberî û hîlebaziyê, ji bo xwe di sehayê de xwurt bike, şîrketa ku navenda wê Îsraîle ya bi navê BioCatchê biryar da ku bi bihayê 2,4 milyar dolarî bikire. Bi temamkirina peymanê re dê Visa çareseriyên bi desteka bîra çêkirî zêdetir fireh bike.
Visa, şîrketa ku îstîxbarata çeteyan an hîlebazan bi dest dixe ya bi navê BioCatchê tekez biyarê daye ku bihayê 2,4 milyar dolarê perê neqdî bikire.
Kirîna Visa wê çareseriyê ji bo ewlehiya sîberî, bergirtina li hîlebaziyê, talûka rêvebiriyê û çareseriyên ewlehiyê bike ku bi desteka bîra çêkirî dê xebata xwe bike.
Bende ne ku kirîna şîrketê heya dawiya 6 mehên ewilî yên sala 2027an temam bibe. Visa di 5 salên dawiyê de ji bo teknolojiya ewlehiyê zêdetirê ji 13 milyar dolarî veberhênanê kir.