Von der Leyen: Ewlehiya Ewrûpayê girêdayê hêza Ewrûpayê ya li fezayêye

Von der Leyen: Ewlehiya Ewrûpayê girêdayê hêza Ewrûpayê ya li fezayêye

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen ragihand ku ewlehiya Ewrûpayê hêdî hêdî dibe girêdayê hêza Ewrûpayê ya li fezayê. Leyen got ku ji bo parzemîna Ewrûpa karibe parastina hêza xwe ya reqabetê û serxwebûna xwe bike, pêwiste bi hevre tevbigere û veberhênana xwe zêde bike.

Von der Leyen, li Parîsê di zîrwa Fezayê ya Navdewletî de axifî û got ku sîstema li ser bingeha fezayê, ji bo jiyana rojane, ji bo ekonomiye, ewlehiyê û serxwebûne gelek girîng e.

Leyen ragihand ku Ewrûpa bi sîstemên fezayê yên wekî Galileo û Copernicus di fezayê de ciyê wê zexme û Galileo li seranserê dinyayê ji aliyê 4,5 milyar cîhazan de tê bikaranîn.

Leyen got ku Galileo xizmetê dide alavên gihandinê, sîstemên fînansê, şebekeyên elektrîkê û sîstema Copernicusê jî û di têkoşîna bi afatên xwezayî re rolekî wê yê girîng heye.

Von der Leyen, her weha behsa rola sîstema Coopernicusê kir û got bi xêra sîstemê, karibûne şopa şewatên daristanan bikin û ji doneyên ku peykan bi dest xistine fêde dîne.

Leyen got ku heya sala 2035an divê aboriya fezayê ya Ewrûpayê 3 qat zêdetir bibe û ji bo wê jî xwediyê derfetên gelek başin.