" Wê Amerîka plana çareserkirina krîza Ukraynayê di Konferansa Ewlekariya Munchenê de eşkere bike"

" Wê Amerîka plana çareserkirina krîza Ukraynayê di Konferansa Ewlekariya Munchenê de eşkere bike"

PeyamaKurd – Bloomberg ragihand ku Amerîka wê plana xwe ya ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê di Konferansa Ewlekariya Munchenê ya hefteya bê de eşkere bike.

Li gorî nûçeya Bloombergê ku ji çavkaniyên xwe ve girêdayî ye, plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de wê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya ku wê di navbera 14-16ê Sibatê de bê lidarxistin, were eşkerekirin.

Di raporê de hat gotin, "Pêşnûmeya wê ji aliyê Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trûmp ê Ûkraynayê Keith Kellogg ve ji hevalbendan re bê pêşkêşkirin."

Kellogg berê gotibû ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump wê di danûstandinên potansiyel ên di navbera Rûsya û Ukrayna de hêzekê çêbike. Kellogg herwiha diyar kir ku agirbest û aştiyeke mayînde ne bi salan dikare di nava mehan de pêk were.

 
 
 
Ev nivîs 179 car hatiye xwendin.