PeyamaKurd- Rojnama Whasington Post dibêje ku delîl îşaretê bal bi prens ve dibin û rastî tê veşartin. Taktîkên derengxistinê tên kirin.
Komîsyona weşanê ya Washington Postê gotarekî nivîsand û weşand. Serê gotarê wehaye: “Dahatûya Rojhilata Navîn bi pêkanîna dadweriya Cemal Kaşıkçi ve girêdayi ye. Kesên ku di Rojhilata Navîn de li dadweriyê digerin, divê bixebitin da rastiya mijara Cemal Kaşıkçı derê holê û kesên ku rola wan di kuştina wî de hene, divê bên cezakirin.”
Gotara rojnamê weha dewam dike û dibêje ku delîl hemû Muhammed Bîn Selman îşaret dikin: “Delîlên heyî îşaretê bi bal Muhammed Bîn Selman ve didin. Tîma ku ji 15 kesî ava bûbû di nava wan de 5 kes di tîma ewlekariya prens de wezîfedarin. Bi fermî dibêjin operasyoneka serseriya ye lê her kesê pisporê Rojhilata Navîn bi vê gotinê bawer nake.”
Di gotarê de her weha behsa Sîsî û Netenyahû têkirin ku destekê didin prensê Erebistanê Muhammed Bîn Selman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin