PeyamaKurd- Parlamenterên Komarî yên li Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja Şemiyê 20ê Kanûnê dane xuyakirin ku ew ê serdana Şamê bikin da ku mercên Washingtonê yên derbarê parastina kêmneteweyên li Sûriyeyê bi çavên xwe bibînin.
Sed û çil û çar Nûnerên Komarî daxuyaniyeke hevbeş dan gotin, “Yasaya Destûra Parastina Neteweyî ya ji bo sala darayî ya 2026an, ku rakirina sizayan li ser Sûriyeyê jî di nav de ye, deriyê qonaxeke nû ya têkiliyan bi Şamê re vedike.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Yasa mekanîzmayên wisa dihewîne, ku heger Sûriye mercên di metna rakirina sizayan de hatine diyarkirin bi cih neyîne, dê rê bidin ku siza ji nû ve bi awayekî otomatîk werin sepandin.”
Nûneran got, "Divê kuştinên komî yên Xiristiyan, Durzî, Elewî, Kurd û kêmneteweyên din ên olî û etnîkî nemînin û careke din çênebin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Kongre pabend e ku Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê ji nêzîk ve bişopîne da ku parastina kêmneteweyên li Sûriyeyê misoger û piştrast bike.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Di mehên pêş de, nûner li hêviya wergirtina vexwendinekê ji buroya birêveberiya Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera ne da ku serdana Sûriyeyê bikin û ji nêz ve bibînin ku çiqas pabendî bi mercên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine danîn kirine, bi taybetî di warê "danûstandinên li dijî kêmneteweyên olî yên li Suweydayê de, herwiha misogerkirina hemû mercan ku ne tenê ji aliyê Serokê Veguhêz ve, lê belê ji aliyê hemû saziyên leşkerî ên ku nayên kontrolkirin ve jî.”
Nûneran diyar kir, “Divê Şam ji bo kêmneteweyên olî û etnîkî yên ku "di herêmê de tûşî zordariyeke dîrokî bûne" hawîrdoreke bi ewle peyda bike” û destnîşan kirin ku “ev pêngav girîng e da ku aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn were misogerkirin û Sûriye geş bibe.”
Dawiyê jî hate gotin, “Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmenê, bi serokatiya Serokê Encûmenê Johnson û Serokê Komîteyê Mast de, pabend e ku di destpêka sala 2026an de rûniştineke guhdarîkirinê li dar bixe da ku guherîna belgekirî ya di danûstandinên bi kêmneteweyên olî de ronî bike” û tekez kir ku “pabendbûna Hikûmeta Sûriyeyê bi mercên ku di metna rakirina sizayan de hatine diyarkirin; ji bo aramî û geşedanê pêşmerc e.”