PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi peywendiya telefonî ya digel Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê pêgîriya Amerîkayê ya bo parastina Îsraîlê li hember êrişên Îranê dupat kir.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê General Pat Ryder got, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Bere yê Îsraîlê Yoav Galant di pêwendiyeke telefonî de kêmbûna aloziyên Îsraîlê li Rojavayê Asyayê gotûbêj kirin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got: “Wezîrê me yê Berevaniyê bi Yuav Galant re li ser derfetên kêmkirina aloziyên li herêmê axivî.”
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê her wiha tekezî li ser pabendbûna Amerîkayê ya bo parastina hêzên Amerîka, Îsraîl û hevkarên wan ên li tevahiya herêmê li hember gefên komên wekîl ku Îran piştgiriya wan dike.
Austin û Gallant wekî din li ser tiştên ku wan bi navê “hewldanên Îsraîlê ji bo baştirkirina şert û mercên mirovî yên xirab li Xezayê” gotubêj kirine û îmkana azadkirina girtiyên îsraîlî û pê re rêkeftina agirbestê.
Li gorî nûçeya Sputnikê, Austin soz daye ku berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li herêmê biparêze, di heman demê de ajansa amerîkî Axiosê jî di nîvê vê hefteyê de îdia kiribû ku Îran li ser bingeha çavkaniyên îstixbarata Îsraîlê beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê xwe amade dike ku êrîşî herêmên dagirkirî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin