PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî), piştî aloziyên di navbera aliyên navxweyî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) û destwerdana polîsan a li avahiya navendî biryar da ku di çarçoveya Cejna Qurbanê de, pîrozbahiya cejnê ligel Kemal Kiliçdaroglu û tîma wî ya birêvebiriye pêk neynin.
Biryar dema serdana şandeya DEM Partiyê ya ji bo piştgiriya Ozgur Ozel hate eşkerekirin. Hejmara wan partiyên siyasî yên ku ragihandine ew ê cejna Kiliçdaroglu pîroz nekin, gihîşt pênc partiyan.
Li aliyê din tê çaverêkirin ku ev her pênc partî li Meclisê serdana wê heyetê bikin ku ji aliyê Ozgur Ozel ve ji bo cejnê hatiye destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye, bi biryara dadgehê serokatiya CHPê hatibû guhertin û li şûna Ozgur Ozel, Kemal Kiliçdaroglu û rêveberiya wî ya sala 2023yan hatibû erkdarkirin ku ev yek di nav CHPê de bûye cihê nerazîbûnê.