PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî bi peyamekê Cejna Çilê Havînê li hemû civaka Êzdiyan pîroz kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê ji bo hemû ol û neteweyan bibe cihê pêkveyjiyan û biratiyê.
Neçirvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew vê cejnê li Mîrê Êzdiyan Baba Şêx, Civata Ruhenî û li hemû welatiyên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê ji dil û can pîroz dike û hêvî dike, ev cejn bibe wesîleya xêr, xweşî û aramiya hemû aliyan.
Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî, pênasîn û girîngiya piştgiriya ji bo pêkhateyan anî zimên û got: "Em civaka Êzidiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê bêyî cudakarî bibe welat û hembêza hevgirtina her kesî. Di heman demê de em ê her dem bibin parêzvanên vê çand û rengîniya dewlemend."