Wê NATO li Rojhilata Navîn çalaktir bibe

Wê NATO li Rojhilata Navîn çalaktir bibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Trump ên doh derbarê Îranê de dabûn û behsa çalakirina NATOyê li Rojhilata Navîn kiribû, biryar e NATO li Rojhilata Navîn roleke çalaktir bilîze.

Piştî pêwendiya telefonî ya Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hat ragihandin ku her du aliyan li ser rola hevpeymaniya NATOyê li Rojhilata Navîn rawestiyane û tekez kirine ku NATO li herêmê çalaktir bibe.

Serokê Amerikayê doh daxwaz ji NATOyê kiribû ji bo ewleyiya herêma Rojhilata Navîn û di şerê dijî teror a navdewletî de rolek çalaktir bilîze. 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin