Almanya: Şerê li Rojhilata Navîn ne şerê NATOyê ye

Almanya: Şerê li Rojhilata Navîn ne şerê NATOyê ye

PeyamaKurd - Hikûmeta Almanyayê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku şerê bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiriye, tu têkiliya xwe bi NATOyê re tune ye.

Berdevkê Hikûmetê Stefan Kornelius destnîşan kir ku NATO tenê hevpeymaniyeke ji bo parastina xakê ye û di rewşa niha de tu biryareke fermî ji bo şandina hêzên NATOyê tune ye.

Piştî zextên Donald Trump ev daxuyanî ji Berlînê hat ku gef li hevalbendên Ewropî xwaribû û gotibû eger ew beşdarî vekirina korîdora Tengava Hurmuzê nebin, dê paşerojeke "gelekî xerab" li benda NATOyê be.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz jî hişyarî da ku ev şer zirareke mezin a aborî dide Almanyayê û divê di demeke herî kurt de bi dawî bibe.