PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û yê çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Fatih Dönmez, di merasima îmzekirina paymana xeta xazê ya ku dê here Naxçivanê de axifî. Dönmez got ku wê bi xetê re temamê pêdiviyên xaza xwezayî ya Naxçivanê bê temînkirin. Wezîr Dönmez li ser xeta xaza xwezayî ya ku dê here Naxçivanê weha got:
“Wê xet salane xwediyê 500 mîlyon m3 kapasîte be û rojane 1.5 mîlyon m3 xaz bibe Naxçivanê. Bi xeta me re em ê karibin temamê pêdiviya xaza Naxçivanê temîn bikin.”
Merasim li wezareta Tirkiyê ya enerjiyê bi wezîrê enerjiyê yê Azerbeycanê bi Perwîz Şahbazov re hat kirin û zebta lihevkirinê îmze kirin. Wezîr Dönmez weha dewam kir:
“Me li seranserê Anedolê korîdora xazê ya bi navê TANAP ê temam kir. Bi vî awayî em karibûn ji bin projeya ku xaza Azerbeycanê bînin welatê xwe û Awrûpayê karibûn derên. Me bi TANAP ê karibû bêhtir xwe nêzî xwebûyîna navendê kir. Bi xeta TANAP ê ji 30 yê hezîrana 2018 an heya niha 8,1 mîlyar m3 xaz tê de derbas bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin