Welatekî din jî ji bo Ukraynayê çekan disîne

Welatekî din jî ji bo Ukraynayê çekan disîne

PeyamaKurd- Parlamentoya Bulgarîstanê, li ser pêşniyaza alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê çû dengdayînê û hat ragihandin ku pêşniyaz bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin.

Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Bulgarîstanê hatin ragihandin, ji bo alîkariya çekdarî ya Ukraynayê, li Parlamentoya Bulgarîstanê dengdayîn çêbûye.

Li gorî ragihandinan, ji meclisa xwedî 240 kursiyî, 155 parlamenteran ev pêşniyaz qebûl kiriye û 49 parlamenteran jî dengê ‘Naxer’ bi kar hanîne. Her wiha hat diyarkirin ku parlamenterek jî dengê xwe bi kar nehaniye.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, komên ji Partiya Vejîna Ji Nû Ve yên 27 kesan pêk tên û wekî alîgirên Rusyayê tên zanîn, tevlî dengdayînê nebûne.

Her wiha hat ragihandin ku parlamenterên 2 partiyan jî di dema dengdayînê de pankartên “Ji çekan re na!” û “Aştî” rakirine.

Li ser mijarê ji aliyê Wezîrê Berevaniya Bulgarîstanê Dimitar Stoyanov ve hat gotin ku

“Wekî ku min bi caran haniye zimên, dê ne pêkan be ku em pergalên S-300 û C-125 ên berevaniya asîmanî û balafirên wekî Su-25 û Mig 29 ên şer bişînin Ukraynayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin