PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li Bajarê Îzmîtê İHAyekî dîtine û weha got:
“Malê Rûsyaye û bi armanca keşfê û çavdêriyê tê bikaranîn, tîpa wê Orlan-10 e û hatiye dîtin. Li ser mijarê lêkolîna me dewam dike.
İHA li Îzmîtê li gundê Çubuklubala di arazî de ji aliyê hemwelatiyan de hatiye dîtin. Hemwelatiyên ku İHAyê dîtin xeberê dan cendirmeyan û cendirme çûn ciyê bûyerê û lêkolîna li ser İHAyê dewam dike. Wezaretê weha got:
“İHA malê Rûsyaye. Îro li bajarê Kocaeliyê li navça îzmîtê li gundê Çubuklubala hat dîtin. Li gor tesbîtên me yên niha; İHA tîpa Orlan-10 e û bi armanca keşfê û çavdêriyê tê bikaranîn. Piştî me İHAyê dît, lêkolîna li ser mijarê dewam dike.”