Wezîrê bergiriya Belçîkayê Francken seredana TUSAŞê kir

Wezîrê bergiriya Belçîkayê Francken seredana TUSAŞê kir

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriya Belçîkayê Theo Francken, bi seredana fermî li Tirkiyêye û çû seredana Sanayiya Fezayî û Hewageriya Tirk (TUSAŞ).  Rêvebirê giştî yê TUSAŞê Mehmet Demiroğlu, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew raziye pêşwaziya Francken li TUSAŞê dike.

Demiroğlu ragihand ku di seha sanayiya bergiriyê, teknolojiya hewayî û hevkariya navdewletî de agahiyan dane hev û got:

“Şiyanên me yên endazyariyê û bişkaftina teknolojiya pêşkeftî, me bi hevre parvekir û me behsa derfetên hevpar yên di dahatûyê de kir.”