Wezîrê dadê yê Tirkiyê Gürlek got ku 140 dadgehên nû damezrandine

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Gürlek got ku 140 dadgehên nû damezrandine

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek ragihand ku wezaret 140 dadgehên din jî damezrandiye. Gürlek got ku dadgehên damezrandine ev in:

1 dadgeha cezayê giran, 1 dadgeha giran ya zarokan, 3 dadgehên zarokan, 46 dadgehên esliya ceza, 1 dadgeriya silh cezayê, 4 dadgeriyên înfazê, 36 dadgehên asliye hûqûqê, 1 dadgeha silh hûqûqê, 5 dagehên esliyê yên bazirganiyê, 2 dadgehên malbatê, 24 dadgehên karî û 16 heb dadgehên serfkaran.

Di nava dadgehan de 46 heb Asliye Cezane, 36 Asliye hûqûqin, 24 dagehên karîne û 16 dadgehên serfkaran hene.

Wezîr Gürlek ragihand ku armanca damezrandina dadgehên nû ew e ku karibin di wexteka kurt de biryaran bidin û dawiyê li dosyayan bînin.