PeyamaKurd-Partiya Sosoyal Demokrat ya Almanyayê bo hilbijartinên sala bê, ji niha de namzedê xwe aşkera kir. Wezîrê darayî Olaf Scholz, namzediya xwe ragihand. Hevserokên SPD ê Saskia Esken û Norbert Walter pêşniyarê bi hevre qebûl kirin. Scholz ji sala 2018an heya îro di hukumeta Merkel de cîgirê serokwezîr û wezîrê darayiye. Di civîna çapemeniyê de ragihand ku bi sedema nîşandana xwe ya namzediyê gelek kêfxweşe. Scholz weha got:
" Min namzediyê ne bo bibim namzed, qebûl kir. Bo hilbijartinê qezenc bikim û bibim serokwezîr min qebûl kir.Gelek kêfxweşim ku bi tîmekî şahane re kampanya hilbijartinê ya adilane û serkeftî bimeşînim. Hedefa me %20 ê dengane.”
Olaf Scholz, 62 saliye û xelkê Almanya di babetên darayî û malî de, yek ji wan siyasetmedaraye ku pê bawerin. Hem endazyarê paketa krîza pandemiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin