PeyamaKurd – Hat ragihandina ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan, wê ji bo beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalya bibe serdana Tirkiyê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenistanê Vahan Hunanyan serdana Mîrzoyan a Tirkiyê piştrast kir ku ew pêngav di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên herdu welatan de pêk tê.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi beşdariya hejmarek berpirsên welatên cîhanê, di navbera 11-13ê Adarê de tê lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 24ê Sibatê di çarçoveya normalkirina pêwendiyan de, Nûnerê Taybet ê Tirkiyê Serdar Kiliç û Nûnerê Taybet ê Ermenistanê Ruben Rubinyan li Viyenayê hevdîtina xwe ya duyemîn pêk anîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin