PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku eger ji xaka Îranê êrîşek li dijî Îsraîlê bê kirin, ew ê bersivê bidin û Îranê bikin hedef.
Katz di nivîsa xwe ya li ser platforma X civakî de Îran kir hedef. Katz ku di nivîsa xwe de hesabên Rêberê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî etîket kir û got, "Eger Îran ji xaka xwe êrîşî me bike, em ê bersivê bidin, em ê êrîşî Îranê bikin."
Îsraîl di 1ê Nîsanê de li Şamê êrîşeke hewayî li ser avahiya Balyozxaneya Îranê pêk anî. Di êrîşê de 2 jê general 7 kesên ji Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê mirin. Îranê ragihand ku ew ê bi lez bersiva êrîşê bidin û DYA ji bûyerê berpirsyar dît.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin