PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îranê Emîr Xatemî ji bo bidawîkirina girjî û aloziya li Rojhilata Navîn a di navbera Îran-Amerîkayê de şert danî û got, pêwîste ji bo bidawîbûna rageşiyê Amerîka ji herêmê vekişe.
Xatemî di pêwendiyeke telefonî ya ligel hemkarê xwe yê Japonî Taro Kono de, ji bo kuştina Qasim Silêmanî li ser erda Iraqê got, “tawaneke mînaka wê nîne ye’ û wekî binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî nirxand.
Xatemî diyar kir ku ew hebûna Amerîkayê li herêmê wekî hokara bingehîn a girjî û aloziyê dibînin û da xuyakirin, ji bo bidawîbûna rageşiyê û dabînkirina îstiqrar û ewlekariyê pêwîst e Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê di demeke kurt de bidawî bîne.
Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtina ligel Wezîrê Berevaniya Japonê Taro Kono, Japonyayê jî madebûna xwe ya bo navbeynkariyê anîye ziman ku rageşiya navbera Îran û Amerîkayê were kêmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin