PeyamaKurd – Serokwezîrê Qatarê û hem wezîrê karên derve Muhammed bin Abdurrahman Al Sani, di axaftina bi serokê buroya siyasî yê Hamasê Xelîl el-Hayye re, razîbûna xwe ya ji bo qebûlkirina Hamasê ya agirbesê ya asta duyem ku nexşerêya wê diyare, ragihand.
Li gor ragihandina wezaretê; her dû lîder di rêya telefonê de axifîne û Al Sani Hayye pîroz kiriye û di xebatên ji bo xelkê Fîlîstînê re serkeftinê jê re xwestiye.
Al Sani dawîanîna li êş û zara xelkê Filistinê, îstîqrar û aramiya herêmê daxwaz kiriye û xwestiye civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihandibû ku wê Îsraîl ji Xezzayê vekişe û Hamasê jî gotibû eger Îsraîl vekişe dê ew jî çekan deynin.