PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta Swêdê, erkên ku di peymana bi Tirkiyeyê re hatibû çêkirin, bi cih hanîne.
Tobias Billstrom, di daxuyaniya ku da Reutersê de got ku "Dema destpêkirina proseya erêkirina Tirkiyeyê ji bo endamtiya NATOyê ye."
Billstrom, diyar kir ku Swêdê erkên xwe yên di çarçoveya peymana bi Tirkiyeyê re ya di mijara endamtiya NATOyê de bi cih hanîne û divê Tirkiye êdî pêvajoya erêkirina endamtiyê bide destpêkirin.
Wezîr Billstrom di dewama axaftina xwe de got,
"Em difikirin ku tiştê ku ji me dihat hêvîkirin me kir, niha dema wê ye ku Tirkiye ji bo endamtiya me dest bi pêvajoya pejirandinê bike."
Ji ber ku Tirkiye û Macarîstanê hîn endamtiya Swêdê ya NATOyê nepejirandiye, ev yek di nav hevpeymaniya leşkerî de nakokiyan çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin