Wezîrê Venezuelayê serdana Samê dike

Wezîrê Venezuelayê serdana Samê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Venezuelayê Jorge Arreaza pêncşema pêşiya me serdana Şamê dike û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim re dicive.

Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuelayê Juan Guadio 23yê Çileya 2019an li hember serokê Venezuelayê seroktiya xwe ragihandibû û Amerîka jî tê de zêdetirî 50 welatan seroktiya wî nas kiribû.

Tenê çend welatên wekî Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê rêveberiya Maduro nas dikin û piştgiriyê din hikûmeta wî.

Serdana Arreaza jî di demeke wiha de tê ku rejîma Beşar Esed bi fermî pênaseyê li hikûmeta Nicolas Maduro dike.

Hat ragihandin ku dê wezîrê Venezuelayê 4ê Nîsanê serdaneke fermî bo Şamê bike û ligel Welîd Mualîm jî civîneke rojnamevanî li dar bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin