PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê (WSJ), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo desteserkirina tankera petrolê ya bi navê "Bella 1", ku tê îdiakirin aîdî şîrketa "Louis Marine Shipholding Enterprises" a li Tirkiyeyê ye, amadekariya operasyoneke leşkerî dike.
WSJyê diyar kir ku ev tanker ji roja Yekşemê ve li peravên Venezûelayê ji tîmên Parastina Peravên Amerîkayê direve û ekîba keştiyê destûrê nade ku rayedarên Amerîkî siwarî tankerê bibin.
Rêveberiya Washingtonê îdia dike ku Bella 1 beşek ji "filoya siyê" ye û petrola Îranê ya di bin dorpêçê de ji bo komên wekî Hizbullah û Hûsiyan vediguhêze.
Di nûçeya WSJyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê vê tankerê bi Hêza Qudsê ya Îranê ve girê dide û ji ber vê yekê Tîma Bersivdana Taybet a Deryayî ya artêşa Amerîkayê ji bo operasyoneke bi darê zorê hatiye amadekirin.
Ev geşedan di dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana dorpêçkirina tevahî ya benderên Venezûelayê daye, pêk tê. Di dema ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Karayîban zêde dike, Serokê Venezûelayê Nicolas Maduro ev hewildanên Amerîkayê wekî "korsanî û dizî" pênase kirin. Li aliyê din, şirketa navborî ya li Tirkiyeyê heta niha derbarê îdiayên Wall Street Journalê de tu daxuyaniyek ne daye.