PeyamaKurd- Yek ji berpirsê payebilnd ê Tevgera Hemasê Xalid Mişel, di hevpeyvîneke taybet de rexne li siyaseta Amerîkayê kir û pirsî ka çima Washington amade ye serokê berê yê Heyet Tehrîr Şam (Ehmed Şera) qebûl bike, lê heman derfetê nade Hemasê.
Meşal ku li Qeterê ye, bersiva pirsên malpera nûçeyan a Amerîkî Drop Site News da û behsa guherîna helwesta Amerîkayê ya li hember Ehmed Şera kir û ew wekî mînakekê nîşan da, “ji lîsteya terorê derket û hate pesendkirin.”
Meşal destnîşan kir ku Colanî berê di çavê Amerîkayê de wekî tawanbarekî girêdayî Qaîde û Cebhet Nusra dihate dîtin û got: “Ew li cem Amerîkayê tawanbar bû, lê ji nişka ve hate pesendkirin. Washingtonê hemû tiştên kirine û rabirdûya wî ji bîr kirin û ew ji lîsteyên reş derxist, li Amerîkayê jî dengvedaneke erênî ji bo wî çêbû.”
Li ser vê mînakê, berpirsê Hemasê pirsî: “Heger Amerîka dikare vê yekê bi wî re bike, çima heman nêzîkatiyê bi Hemasê re nake?”
Xalid Meşal bi rêya vê hevpeyvînê peyameke nerasterast da birêveberiya Amerîkayê û diyar kir ku “Washington ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê, divê têkiliyan bi Hemasê re deyne û tenê guh nede daxwazên Îsraîlê.”
Di beşeke din a axaftina xwe de, Meşal behsa têkiliyên aloz ên di navbera Hemas û rejîma berê ya Sûriyeyê kir û bi bîr xist ku heta sala 2012an navenda fermî ya Hemasê li Şamê bû, lê ji ber şerê navxweyî û helwesta wan a li dijî rejîma Esed, wan hemû navemdên xwe girtin û ji Sûriyeyê derketin.