PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney got ku hevdîtinên li Vîyenayê yên vegerandina peymana nukleerî baş derbas dibin, lê divê planên dahatuyê yên welatê wan jî bi encamên wan gotûbêjan ve neyê girêdan.
Xamaney destnîşan kir ku danûstandinên nukleerî li gorî dixwazin birêve diçin û got: “Heta niha şanda me ya danûstankar li hember daxwaziyên zêd yên aliyê din berxwe daye û înşelah wê vê dewam bike.”
Herwiha Xamaney diyar kiriye ku aliyê berpirsiyariyên xwe bicih neaniye û ji peymanê sala 2018an vekişiyaye Amerîka ye û ji berpirsên hikûmeta Îranê re jî wiha gotiye: "Planên xwe ji ber danûstandinên nukleerî paşve nexin. Heger danûstandin serkeftî bin yan ne serkeftî bin jî nehêlin planên we têk biçin, karê xwe bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin