Xamaneyî: Wê Îsraîl bê cezakirin

Xamaneyî: Wê Îsraîl bê cezakirin

PeyamaKurd - Rêberê olî yê rejîma Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî di axaftina xwe ya Cejna Remezanê de di derbarê Îsraîlê de got: "Rejîma xerab xeletî kir û divê bê cezakirin û wê bê cezakirin."

Xamaneyî destnîşan kir ku ji ber hêrişa wê ya Balyozxaneya Îranê ya li Sûriyeyê, divê Îsraîl bê cezakirin.

Frokeyên şer ên Îsraîlê di 1ê Avrêlê de avahiya Balyozxaneya rejîma Îranê ya li Şamê bombebaran kiribûn. Piştî hêrişê Artêşa Pasdaran a Îranê ragihandibû ku di hêrişê de Serfermandar Mihemed Riza Zahidî û Serfermandar Muhammed Hadî Hac Rehîmî jî di nav de 7 payebilindên leşkerî yên Pasdaran jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku Mihemed Riza Zahîdî, fermandarê herî payebilind ê Pasdarên rejîma Îranê ye û di dema hêrişa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Çileya 2020î de ku Serokê Artêşa Pasdaran Qasim Silêmanî hatibû kuştin de ew jî li gel Silêmanî bûye, lê belê di hêrişê de sax maye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin